• Friday, 06 February 2026
logo

"Hêvîdarim Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe fakterek"

Serokwezîrê İraqê di peyamek ji bo Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ez hêvîdarim bibe fakterek ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Parlamenterekî Kurd jî dibêje, gotara Nêçîrvan Barzanî, rewşa Bexdayê aramkiriye.

Bi boneya wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dest bi kar kir, Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî duh peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir û got: “Hêvîdarrim ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Bexdayê de bibe fakterek.”

Serokwezîrê İraqê daxwaz kir ku wergirtina postê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo xweşkirina bingehek ji bo bihêzkirina peywendiyên navbera gelê Kurd û Ereb ên li İraqê bibe fakterek.

Endamê parlamentoya İraqê yê fraksyona Hevpeymaniya Kurdistanî Şiwan Mihemed ji Rûdawê re got: “Piştî sondxwarina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û peyamên ku Nêçîrvan Barzanî roja sondxwarinê pêşkêşî Bexdayê kirî û daxwaz kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de daxwaza pêkanîna lijneyeke danûstandin û guftûgoyan kir, van tiştan li Bexdayê rewş aram kiriye.” Şiwan Mihemed got: “Piştî gotara serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê, nermî bi daxuyaniyên parlamenterên Dewleta Yasayê ve diyar dibe.”

Ev demek dirêje navbera Hewlêr û Bexdayê de alozî hene. Bi taybet jî piştî gotara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya êvara 20ê adarê ku ji ber siyaseta yekane ya li İraqê rexneyên tund li Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî kiribû.
Top