• Saturday, 07 February 2026
logo

Hêzên Sûriyê 20 kurd li ser sînorê Kurdistanê girtin

Hêzên Sûriyê 20 kurd li ser sînorê Kurdistanê girtin
Hinek çalakên kurdên Sûriyê aşkera kirin ku 20 xortên kurd dema hewl didan derbazî Herêma Kurdistanê bibin ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatin girtin.

Çalakan ji AKnewsê re ragihand, ku berî çend rojan 20 xortên kurd li ser sînorê Herêma Kurdistanê li aliyê bajarê Zaxo ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve, hatin girtin.

Herwiha çalakan diyar kir ku ew xort hatin şandin bo şaxa Filistînê li Şamê ku bi xerabiya xwe bi navûdeng e.

Çalakan ronî kir ku piraniya wan xortan bi temenê xwe di navbera 18-26 saliyê de ne û ew ji ber leşkeriyê artêşa Sûriyê direvin lewma berê xwe didan Herêma Kurdistanê.

AKnews
Top