• Friday, 06 February 2026
logo

Kurd Li Hember Muhemedavî Doz Ve Dike

Kurd Li Hember Muhemedavî Doz Ve Dike
Duh di presskonferanseke hevbeş de Peyvdarê rêxistiya Bedir û Parlementerê parlementoya Îraqê yê ser bi firaksiyona Kurdistanî ve Xalêd Şiwanî diyar kirin ku, ewan bi awayekî hevbeş biryar dane daku, li dijî Sekreterê Hevalbenda Ebnayê Îraqî û yek ji dostên nêz yê Malikî Muhemedavî dozê vebikin.

Tê zanîn ku, duhê Muhemedavî gef li Kurdan xwaribû û gotêbû pêwîste Kurd li Bexdayê û Deverên din yên Erebî di nava hefteyekî de derbikevin beruvajî vê li dijî Kurdan çek bikar bînin û Kurd neçar bikin ku, wan Deveran çûl bikin.
Top