• Friday, 06 February 2026
logo

Îraqiye Gefên Li Ser Der Kirina Welatiyên Kurd Li Deverên Erebî Bi Metirsîdar Wesif Dike

Îraqiye Gefên Li Ser Der Kirina Welatiyên Kurd Li Deverên Erebî Bi Metirsîdar Wesif Dike
Lîsteya Îraqiye ya ku, Dr, Eyad Elawî Serokatiya vê dike, di ragihandinekî de gefên hin aliyên Ereb yên bo der kirina welatiyên Kurd li Deverên Erebnişîn bi gefên nezok û metirsîdar wesif dike.

Di beşeke din ya vê ragihandina hatiye ku, armanca wan kesan eve ku, Îraqa fedral hiweşînin û Îraq ber bi pergaleke şoven ve bibin.

Lîsteya nav hatî di berdewamiya ragihandina xwe de diyar kiriye ku, Kurd çi niha û çî jî beriya sala 2003an hevîna aramî û ewlekarî û yekparçebûna Îraqê bûye.

Lîsteya Îraqiye bi awayekî raste rast berpirsiyartiya wan gef û tehdîdan jî xistiye ser stuya Hikûmet û dezgehên ewlekarî yên Îraqê û diyar kiriye ku, parastina ewlekariya welatiyên Kurd erkê sereke yê Hikûmeta Îraqiye.
Top