Li Sûriyê 156 kes hat kuştin
ji berê zêdetir gihişte asteke bilindtir. Di nava van her du rojên derbasbûyî de 156 kes hate kuştin, bi sedan kes birîndar bûn, bi dehan avahî ji aliyê rejîmê ve hatin hilweşandin.
Li rojên Înê û şembiyê (7-6), li bajarê Hemayê 64 kes di nav de zarok û jin jî, hatin kuştin. Li bajarê Himûsê jî di nav de 3'ê zarok 31 kes di encama êrîşên hêzên Esed de hatin kuştin û bi dehan avahî hatin hilweşandin.
Li derdora Helebê jî 25 kes, li Deraa 18 û li Îdlibê 18 kes hatin kuştin. Li gor daxuyaniya mafê mirovan û çalakvanên Sûriyê bi temamî di nava du rojan de 156 kes hatiye kuştin. Ji aliyekî din ve, çapemeniya rejîmê ragihand ku cendikê 14 leşkerên di pevçûnan de hatîn kuştin radestî malbatên wan hatine kirin.
Avestakurd
