Ji bo wêneyekî Nêçîrvan Barzanî Kurdekî ji Dihokê tirimbêla xwe firot
Ferhad Salih (25) ji navçeya Sêmêlê ya Dihokê ji Rûdawê re eşkere kir ku wî tirimbêla xwe bi 4 hezar û 500 dollaran firotiye û ji bo pîrozkirina hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wêneyekî wî yê mezin çêkiriye. Salih got: “Ev wêne li Bexda hatiye dirûst kirin, ji ber amadekirina wêneyên bi vî awayî li Kurdistanê ne gengaz."
Salih herweha got ku "çawa Nêçîrvan Barzanî piştgiriya ciwanan dike, ez jî amade me bi rih û malê xwe piştgiriya wî bikim. Ez amade me xaniyê xwe jî bifiroşim û ji bo xizmeta serokwezîrê Herêma Kurdistanê xerc bikim."
Wêneyê mezin ê Nêçîrvan Barzanî do li Dihokê di ahengeke pîrozkirina hilbijartina hikûmeta nû de hat nîşandan. Dora 15000 kes beşdarî vê ahengê bûn.
