• Saturday, 07 February 2026
logo

Artêşa Azad” êriş bire ser balafirgeheke leşkerî li Helebê

Artêşa Azad” êriş bire ser balafirgeheke leşkerî li Helebê
Peyvdarek ji “Artêşa Sûriya ya Azad” ragihand ku hêzên wan êriş birine ser balafirgeha Ming a leşkerî li nêzîk Helebê û di encamê de 10 leşkerê rejîmê kuştin û 3 helîkopter têkdan.

Peyvdarê ragihandina ketîbeyên “Azadîxwazên Bakur” Ebû Rewahe ji malpera al-Arabiya re daxuyand ku şeva borî, nêzîkî 400 leşker ji ketîbeya “Îbrahîm Henano” ya bi ser “Artêşa Azad” ve êriş birine ser balafirgeha Ming a leşkerî (7 km li nêzîk sinor Tirkiya).

Ebû Rewahe aşkere kir ku di encama êrişê de 10 leşkerên rejîmê hatine kuştin û 3 helîkopter jî hatine teqandin, her wiha 4 leşkerên wan jî hatine kuştin.

Çavkaniyê bal kişand ku yek ji wan helîkopteran bi rokêtekê hate teqandin û her duyên din bi rêya teqandina xezanên sûtemeniyê re teqiyan.

Ebû Rewahe got jî, “Piştî danûstanên digel hêzên rejîmê daku ji navçeyên derdora Helebe vekêşin, leşkerên me vekêşiyan.”
Top