• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê cejna Qiyameya Hezretî Mesîh li xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistan û Iraqê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê cejna Qiyameya Hezretî Mesîh li xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistan û Iraqê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina Cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê li ser bê), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistan û hemû Mesîhiyên Iraq û Cîhanê dikim.

Helbet Mesîhiyên Kurdistanê ji berê ve li gel pêkhatên oliyên cûda cûdayên dinên Kurdistanê herdem bi birayetî û xweşdivî û tebayiyê pêkve jiyane û beşdarî li xweşî û nexweşî û qurbanîdanê ji bo pêkanîna azadî û jiyaneke bextewer de kirine.

Îro jî ku vê salvegera xwe ya pîroz bi aramî û xweşiyê pîroz dikin, berhemê keda xebata wê pêkve jiyan û kultûra hevbeşe ku li ser bingeha bawerîbûna bi lêborîniyê hatiye binyadnan.

Hêvîdarim ev cejin bi xêr û xweşî ji bo wan xuşk û birayan vegerê û Kurdistan jî bi yekrêziya hemû pêkhatan ve ku xuşk û birayên Mesîhî aliyekî girîngin ji wê pêkhatê bikevê qonaxekî dinê avadankirin û binyadnanê.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07/04/2012
Top