• Friday, 06 February 2026
logo

Bayîz: Divê lihevhatin li ser destûrê çêbe

Bayîz: Divê lihevhatin li ser destûrê çêbe
Serokê parlamentoya Kurdistanê, Erselan Bayîz, piştî hevdîtina digel serokê Goranê, Newşîrvan Mistefa, diyar kir, divê destûr û hemû qanûnên ku xwediyê rehenda niştimanî ne, bi lihevhatin bên qebûlkirin.

Şandeke parlamentoya Kurdistanê, ku ji serokê parlamentoyê û serokên fraksyonên partiyên siyasî yên nav parlamentoyê pêk hatibû, serdana navenda giştî ya Goranê li bajarê Silêmaniyê kir û digel serokê Goranê Newşîrvan Mistefa hevdîtin pêk anî.

Piştî civînê, berdevkê Goranê, Şaho Seîd, ji rojnamevanan re got, di civîna tevgera Goran û şandeya parlamentoya Kurdistanê de, behsa hevkarî û hevbeşiya navbera Goran û parlamentoya Kurdistanê hat kirin.

Seîd, diyar kir, yek ji daxazên tevgera Goran di civînê de ew bû ku divê destûra Kurdistanê wek girêbestek civakî lê bê nêrîn û hemû xelk û aliyên Kurdistanê li ser wê yekdeng bin û wiha pêde çû,

Li gorî me, hinek yasa û qanûnên ku demên borî de li parlamentoyê hatine qebûlkirin, bêyî ku hemû aliyên parlamentoyê deng bidinê, hatine qebûlkirin, ji ber wê jî me xwest ev qanûn û yasa dîsa bo parlamentoyê bên vegeradnin û piştî hemwarkirinê, bi awayekî lihevhatin bên qebûlkirin.

Serokê parlamentoya Kurdistanê, Erselan Bayîz jî got, di civîna digel rayedarên Goranê, behsa qanûn û yasayên ku nehatine qebûlkirin, hat kirin û cext li ser wê hat kirin ku divê bi lihevhatin bên qebûlkirin û hemû aliyên siyasî deng bidinê.

Bayîz, diyar kir, divê destûr û qanûnên ku xwediyê rehenda niştimanî ne, ji aliyê hemû xelk û baskên siyasî ve bên qebûlkirin.

Bayîz, li bara nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê jî got, divê ev arîşe û pirsgirêk li parlamentoyê li ser bê axaftin û bi awayekî lihevhatin bên çareserkirin.

AKnews
Top