• Friday, 06 February 2026
logo

Turk: Divê komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin bên ronî bibin

Turk: Divê komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin bên ronî bibin
Komxebata "Bûyerên Kiryar Nediyar û Winda" ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk ve hate amadekirin dest pê kir. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku bi sergirtina dema şer û xwînrijandinê hevrûbûna rastiyan pêk nayê û wiha got: "Ger em Tirkiyeke demokratîk dixwazin divê berî her tiştî rastî bên ronîkirin. Divê berî her tiştî êşên li ser axa kurdan û Kurdistanê û komkujiyên li ser vê axê bên ronîkirin."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li salona resepsiyonê ya Parka Sumerê ya li ser mijara "Bûyerên Kiryar Nediyar û Winda" dest pê kir. Di komcivînê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku li Tirkiyeyê êşên gelek mezin pêk hatine û divê berpirsiyarên va êşan bê ronîkirin. Turk, da zanîn ku ger ew windayan ronî bikin û kujerên nediyar bidarizînin, dê karibin pêşerojek demokratîk ava bikin.

'Her dem fatûreya bi serê kurdan de diteqe’

Turk, da zanîn ku ger hestewariyek bi civakê re pêş bikeve û lêpirsînek bê destpêkirin, dê hin rastî ronî bibin û wiha got: "Em hemû baş di zanin ku bi sergirtina rastiyan demokrasî pêş nakeve. Li Îspanya, Îtalya û Şîlîyê bi ronîkirina rastiyan demokrasî pêş ket. Heta ku çeteyên qirêj ronî nebin û rastî eşkere nebin, demokrasî pêş nakevin. Ji avakirina komarê heta niha kurdan gelek êşên mezin kişandin. Ji ber ku kurd her tim di çavê pergala dewletê de wekî kesên talûke hatin dîtin. Her tim bawer kirin ku pirsgirêkan bi perçekirin, bê vînhiştin, girtin û kuştina kurdan çareser bikin."

'12'ê Îlonê ji bo kurdan bû felaket'

Turk, anî ziman ku serdema 12'ê Îlona 1980'an ji bo kurdan bû serdema felaketê û wiha got: "Li Zindana Amedê hovîtiyek gelek mezin pêk hat. Şahid û mexdûrên vê yekê hene. Kesên ku piştî darbeya 12'ê Îlonê ji girtîgehê derketin, êdî ji her tiştî ditirsiyan. Polîtikayên 12'ê Îlonê îro jî berdewam dikin. Lê Têkoşîna Azadiya Kurdan rê li pêşiya vê yekê girtiye û vîna kurdan mezin dike. Hişmendiya netewbûna kurdan pêş xist."

Turk, da zanîn ku polîtîkaya înkar û îmhayê ya li dijî kurdan hê jî berdewam dike. Turk xwest êşên ku li ser axa kurdan hatine meşandin û berpirsiyar yek bi yek bên ronîkirin. Turk, xwest Cemal Temîzoz û Atilla Ugur ji gel bê pirsîn û berpirsiyarê hemû komkujiyan bên darizandin û cezakirdin. Turk, da zanîn ku heta niha 224 gorên komî hatine ronîkirin û di van goran de hestiyên aydî 3 hezar û 8 mirovan hatine dîtin.

Komcivîn dê li ser mijarên "rastiya faîlên nediyar û rastiyan", "Astengiyên li pêş lêgerîna mexdûran a edaletê" û "Berpirsiyariya civakî siyasî û îdarî" bên niqaşkirin.

Rudaw
Top