• Friday, 06 February 2026
logo

Di Çend Rojên Pêş de Sazûmaniya nû Ya Parêzgeha Mûsilê Tê Danîn

Di Çend Rojên Pêş de Sazûmaniya nû Ya Parêzgeha Mûsilê Tê Danîn
Lîsta Birayetiya Neynewa piştî sê salan ji veqetiyana xwe bo nav civata Mûsilê di van rojan de zivirî nav civatê û ji aliyê endam, serokê civatê û parêzgerê Mûsilê ve bi xêrhatin li wan hate kirin û wesa biryare di çend rojên pêş de heykelê nûyê civata Mûsilê were danan û postê cêgirê parêzger dibe ji bo lîsta Birayetiya Neynew.


Nedîme Kiçan endama civata Mûsilê ji ser lîsta Birayetiya Neynewa bo Rojnameya rojaneya Duhokê War xuyakir kû, piştî zivirîna me bo nav civata parêzgeha Mûsilê divêt hewla xizmetkirina wan deveran bideyin kû xizmeta wan berî niha nehatiye kirin bi taybet deverên veqetiyay ji gelek kar û xizmetan bê behir bûye.

Weha jî got digel lîsta Hedba rêkeftiye û postê cêgirê parêzgeha Mûsilê bo lîsta Birayetiya Neynewaye û li van nêzîkan dê kesek hête danan bo vî postî, Herwesa navbirî ne amade bû kû di vê demê de navê berbijêrê lîsta Birayetî bo postê cêgirê parêzgerî aşkera biket.

Nedîme Kiçan wekî din jî got, li çend rojên pêş de heykelê nûyê civata parêzgeha Mûsilê dê hête danan û lîsta Birayetiya Neynewa jî dê têda pişikdar bê û ji niha û pêda dê Birayetiya Neynewa jî biryardera Mûsilê bê.

Her li dor babeta Îsmet Receb berpirsê liqê 14 ya Partî li Mûsilê bo war got: Ew xoşhale bi zivirîna lîsta Birayetî Neynewa bo nav civata Mûsilê û ev çende bi erênî da zanîn û got hebûna wan dê xizmetê bigehîne bo hemû layenên Mûsilê bi taybet deverên veqetiyay û dişên zêdetir xizmeta wan deveran biken.

Hejayê gotinêye lîsta Birayetiya Neynewa berî sê salan di helbijartinên parêzgehan de şiyan 12 kursîkên civata Mûsilê bidest xweve bînînin û ta noke baykota îdara Mûsilê kirbû, li hember jî lîsta Hedba 19 kursî bi destxweve hîna bûn
Top