• Friday, 06 February 2026
logo

Graham Fuller: Heke dewleta kurdî ava bibe paytexta wê dê Diyarbekir be

Graham Fuller: Heke dewleta kurdî ava bibe paytexta wê dê Diyarbekir be
Cîgirê berê yê serokê CIA yê Amerîka, Graham Fuller, diyar kir, li Tirkiyê kurd naxazin cihê bibin û wiha axivî, “Heke li Bakurê Iraqê jî dewleteke kurdî bê avakirin dê ser bi Tirkiyê ve be û paytexta wê jî dê Diyarbekir be.”

Berpirsê berê yê CIA yê Tirkiyê û cîgirê berê yê serokê CIA, Graham Fuller, di hepeyvînekê de digel rojnameya Radîkal a Tirkiyê, diyar kir, divê Tirkiyê zêde ber bi îslamiyetê ve neçe, ji ber ku Tirkiyê pêwîstî bi tevgerên çepgir heye.

Fuller, behsa rewşa kurdên Tirkiyê jî kir û wiha got, “Ez bawer nakim kurdên Tirkiyê bixazin jê cihê bibin. Ji ber ku li Tirkiyê jiyan xweş e û roj bi roj pêş dikeve. Vêca kurd dê çima jê cihê bibin û xwe bi welatên din ve girê bidin?”

Rayedarê berê CIA, wiha pêde diçe, “Geşekirina aboriyê, naskirina nasnameya kurdî, azadiya kultura kurdî dê vê pirsê çareser bike, helbet divê gavên pêwîst bên avêtin.”

Graham Fuller, li bara avabûna dewleteke kurdî ya serbixwe li “Bakurê Iraqê” (Herêma Kurdistanê) jî dike û wiha tîne ziman, “Rewşa kurdên Bakurê Iraqê cuda ye, rast e niha baweriya xwe bi hikûmeta Bexdayê naynin lê gelo dema serxwebûna xwe ragihandin dê kîjan welat vê yekê qebûl bike? Wê çaxê, ew hikûmet (hikûmeta Herêma Kurdsitanê) dê bixaze tevlî Tirkiyê bibe. Ji ber ku Kurdistan pêwîstî bi têkiliyên Tirkiyê di warên siyasî û aborî de heye. Dema Herêma Kurdistanê tevlî Tirkiyê bibe, Diyarbekir jî dê bibe paytexta wê herêmê.”

Fuller, her wiha dibêje, hizr û hêla fikrî ya AKPê, ku niha li Tirkiyê desthilatdar e, nêzîkî xeta fikrî ya rêxistina Misrê ya Birayên Musilman e.

AKnews
Top