• Friday, 06 February 2026
logo

Erdogan Û Davudoglu peyameke Pîrozbayî Pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî Kirin

Erdogan Û Davudoglu peyameke Pîrozbayî Pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî Kirin
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bi rêya telefûnê peyvendiyek bi Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ve kir û bi minasebeta destbikar bûna vî weke Serokwezîr û standina dengê baweriyê ji Duh Parlementoya Kurdistanê ji aliyê kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê ve, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Erdogan hevdem li gel vê yekê ku, daxwaza peyvendiyên bihêz bi Kurdistanê re kir hevdem bi awayekî fermî daxwaz ji Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kir daku, serdana Tirkiyeyê bike.

Di berdewamiya vê peyvendiya han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spsiyên xwe pêşkêşî Erdogan kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê jî dixwaze peyvendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bihêztir û berfiretir bike.

Her îro Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ehmed Davudoglu jî bi rêya peyvendiyeke telefûnî de bi minasebeta destbikar bûna Nêçîrvan Barzanî weke Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî nav hatî kir û hêvî xwest ku, hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo postê Serokwezîriyê bibe sedema bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de.
Top