Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok û Endamên Encûmena Jûra Bazirganiya Emerîkî civiya
Li civînê de Serok Barzanî rewşa siyasî û aborî û bazirganiya Herêma Kurdistanê û pêvajoya geşbûna aboriya herêmê ji bo amadevanan ronahîkir û piştgirîkirina kompanya û navendên bazirganî û aboriyên Emerîkî nîşan da ku sermayeyên wan ji bo kar û projeyên hemû aliyan li Herêma Kurdistanê da bi cîh bikin.
Serok û Endamên Jûra Bazirganiya Emerîkî jî bi girîngiyê ve li Herêma Kurdistan û rewşa aramiya wê nirxandin û wekî Herêmekî geşbûna aboriya li navçeyê da wesif kirin û amadehiya xwe û kompanyayên Emerîkiyan jî ji bo vegerxistina sermayeyên xwe û bi cîh kirina projeyên bazirganî û aboriyên li Herêmê da nîşan da.
Paşê li guftûgoyeke vekirî de çendîn mijarên dinê sebaret bi yasa û rênimayiyên aborî û bazirganiya li Herêma Kurdistanê û derfetên wê yên karkirinê ronahî kirin.
Jûra baziganiya Emerîkî navendekî mezinê bazirganî û aboriya Emerîkaye û nûnerayetiya hezaran kompanya û karsazên mezinê Emerîkî dike ku li ser asta navdewletî da hatine nasîn.
