• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî serdana nivîsîngeha Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistan li Washingtonê kir

Serok Barzanî serdana nivîsîngeha Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistan li Washingtonê kir
Li çarçêweya serdana xwe ya Emerîka birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana nivîsîngeha Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê kir û ji aliyê Qubad Talebanî Nûnerê Hikûmeta Herêm li Washington û Desko Şêrwanî Cîgirê Nûner û karmendên nûnerayetiyê ve hate pêşwazî kirin.

Piştî serdana hol û hemû beşên nivîsîngehê, Nûnerê Hikûmeta Herêmê erk û karên xwe ya li nivîsîngehê ji bo Serok Barzanî rûn kir û behsa wan hewlên ku bi navê damezrandina pêwendiyekî çalak li gel navendên siyasî û aborî û kulturiyên Emerîka da xistine holê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî erk û karên nivîsîngeha Nûnerayetiya Hikûmeta Herêmê li Washington bi berhemdar wesifkir û ji bo karê baştir û xizmeta zêdetirê Kurdistaniyên runiştvanê wî welatî jî han dan û amadehiya xwe jî ji bo palpiştî kirina li kar û erkên wan de dûpatkir.
Top