Serok Barzanî serdana nivîsîngeha Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistan li Washingtonê kir
Piştî serdana hol û hemû beşên nivîsîngehê, Nûnerê Hikûmeta Herêmê erk û karên xwe ya li nivîsîngehê ji bo Serok Barzanî rûn kir û behsa wan hewlên ku bi navê damezrandina pêwendiyekî çalak li gel navendên siyasî û aborî û kulturiyên Emerîka da xistine holê kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî erk û karên nivîsîngeha Nûnerayetiya Hikûmeta Herêmê li Washington bi berhemdar wesifkir û ji bo karê baştir û xizmeta zêdetirê Kurdistaniyên runiştvanê wî welatî jî han dan û amadehiya xwe jî ji bo palpiştî kirina li kar û erkên wan de dûpatkir.
