Exxon Mobil: Kurdistan Şerîkekî Me Ya Mezin Û Girînge
Di hevdîtineke de Serokê kompaniya nav hatî behsa pêşkeftinên heyî yên di warê abûrî, bazirganî û siyasî li Kurdistanê de kir û ragihand ku, Kurdistan hevpareke mezin ya Exxom Mobilêye.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola Serok Barzanî kir û ragihand ku, di warê pêşde çûna rewşa Kurdistanê bitaybetî di warê abûrî û pîşesazî de rola Serok Barzanî roleke gelek girîng û Dîrokiye.
Di derbarê kar û çalakiyên kompaniya Exxom Mobilê yên li Kurdistanê de jî Serokê Kompaniya han axaftinên xwe yên ku, di 8ê Şibat sala derbasbûyî li Amerîkayê de pêşkêş kiribûn dûbare kir û tekez li ser vê yekê kir ku, kompaniya wan li ser peymanên xwe yên ku, bi Kurdistanê re îmze kiriye biîsrare û vê kar û çalakiyên xwe bi awayekî cidî bidomîne.
Di dawiya vê hevdîtina han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî amade bûna Hikûmeta Kurdistanê bo pêşkêş kirina her cure hevkariyekî bo kompaniya han diyar kir.
