• Friday, 06 February 2026
logo

Bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê yekemîn civîna ji bo ragihandina Encûmena Bazirganiya Kurdistan – Emerîka birêveçû

Bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê yekemîn civîna ji bo ragihandina Encûmena Bazirganiya Kurdistan – Emerîka birêveçû
Li Washington bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê yekemîn civîna ji bo ragihandina Encûmena Bazirganiya Kurdistan – Emerîka birêveçû.

Di destpêka civînê de David Tîfûrî Serokê Encûmenê ji bilî xweşhalî derbirîna bi amadebûna Serok Barzanî ya li yekemîn civîna Encûmenê da, girîngiya damezrandina Encûmena Bazirganiya Kurdistan - Emerîka nîşan dide û geşbûna aborî û Bazirganiya Herêma Kurdistanê jî wekî faktera serekî ji bo dirustkirina Encûmena hevbeşa li gel Herêmê da zanîn.

Paşê Serok Barzanî li gotarek de ji bo amadevanên civînê, aramiya siyasî û îdariya Herêma Kurdistan û pêşketina aborî û bazirganiyên Herêmê ronahî kir û li rûyê vekirîbûna hemû dergehên Herêmê jî ji bo kompanyayên aborî û bazirganiyên Emerîkayê dûpatkir û damezrandina Encûmena Bazirganiya Kurdistan - Emerîka jî wekî kanalekî dinê ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê nirxand.

Her wiha li beşekî dinê civînê de, Generalê xanenîşîn û şêwirmendê berê yê asayîşa neteweyiya Emerîka Jane James wekî birêvebirê raperandina Encûmena Bazirganiya Kurdistan - Emerîka bi girîngiyê ve li damezrandina Encûmenê da zanîn û amadehiya xwe jî ji bo beşdarîkirinekî çalakane li pêvajoya zêdetir geşbûna Herêma Kurdistanê de nîşan da.

Paşê guftûgoyekî vekirî li navbera Serok Barzanî û amadevanên civînê de birêveçû ku têda çendîn mijarên pêwendîdar bi rewşa siyasî û aborî û civakiya Herêma Kurdistanê ronahîtir kir.

Piştî dawî hatina civînê jî, ji aliyê Encûmena Bazirganiya Kurdistan - Emerîka ve şîveke rêzgirtinê ji bo Serok Barzanî hate rêkxistin û dehan kesayetiyên siyasî û akademî û bazirganî û karsaz û kompanyayên Emerîkî û Kurdistanî jî têda beşdar bûn. Li vê rêwresma şîvê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadevanan kir.
Top