• Saturday, 07 February 2026
logo

Di 24 saatan de nêzîkî 900 sûrî reviyane Tirkiya

Di 24 saatan de nêzîkî 900 sûrî reviyane Tirkiya
Berpirsekî tirkî ragihand ku di 24 saatên borî de, navbera 800 heta 900 welatiyên sûrî reviyane Tirkiya.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, berpirsekî tirkî ku nexwestiye navê wî bê belavkirin ragihand ku şeva borî, navbera 800 heta 900 welatiyên sûrî bi rêya navçeya Reyhaniye re reviyane Tirkiya.

Reyhaniye bi ser parêzgeha Hatay li bşaûr Tirkiya ve ye û li ser sinorê Sûriya dikeve.

Ajansê amaje kir ku niha nêzîkî 21 hezar penaberên sûrî li kampên li parêzgeha Hatay û Entabê li Tirkiya dijîn.

Duhî, di encama tobarana çend navçeyan ji hêla hêzên artêş û ewlekariya Sûriya ve, 101 kes hatine kuştin û piraniya wan li parêzgeha Idlibê ya nêzîkî sinorê Tirkiya bûn.

AKnews
Top