• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka ve hate pêşwazî kirin

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka ve hate pêşwazî kirin
Demjimêr du yê piştî nîvroya Duh 04.04.2012 Çarşem bi dema Washingtonê li Koşka Spî, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Barack Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Li hevdîtina di navbera her du aliyan de rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Emerîka hate guftûgokirin.

Birêz Barack Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka pabendbûna xwe û welatê xwe ji bo piştgîrîkirina li doza gelê Kurd ragihand û tekez li ser wê yekê jî kir ew piştgîrî berdewam dibin bo ku Iraqekî nû li ser bingeha demokrasî û hevbendiya rasteqîne û pabendbûna bi destûr dabimezrê.

Dûbare pabendbûna Emerîka jî bi wan soz û peyamana rageyand ku berê li navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê de hebûye û tîşk xiste li ser dîroka qurbanîdana gelê Kurd ku ji bo bi destanîna mafê rewayên xwe xebat kiriye.

Her wiha ragihand her li sala 1991 ve projeyên hevbeş li navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê de heye û her du alî jî yek armanca xwe heye û hebûye ew jî damezrandina Iraqekî nû ya li ser bingeha demokrasî û federalî û berfirehî û hevbendiya rasteqîne li desthilat da û pabendbûna bi destûre.

Mebesta Barack Obama ewe bû ji nêzîk ve dîtin û nêrînên Serok Barzanî ya di derbarê rewşa siyasiya niha ya Iraqê bizanê û wan dîtin û nêrînan jî bi girîng zanî û rola Serok Barzanî jî li serxistina pêvajoya siyasî li Iraq û rêxistina Iraqa nû bi girîng wesif kir û destpêşxeriya Serok Barzanî jî bilind nirxand ku Hikûmeta niha ya Iraqê pêkhatiye û daxwaz ji Serok Barzanî kir ku ji bo rizgarkirina Iraqê ji wê qeyrana siyasiya ku niha heye li ser rola xwe ya girîng de berdewam bibe û bi pêwîst jî zanî ku pêwendiyên di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê li astekî bilind de berdewam bibin.

Li beşekî dinê civînê de tîşk xistin li ser rewşa navçeyê û rûdawên Sûriye û her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste gel bi azadî desthilata xwe hilbijêrin.

Li dawiyê de Serok Barzanî ji bo wê pêşwaziya ku li cenabê wî û gelê Kurd hatiye kirin spasî Serokê Emerîka kir û ragihand Herêma Kurdistanê her li destpêkê ve beşek bûye ji çareseriyê û herdem hewl daye Iraqê berev welatekî demokrasî û firehî û pabendbûna bi destûrê ve bibe.

Tekez jî kir ku pêwîste kêşeyên di navbera Herêm û Bexda li ser bingeha destûrê bêne çareser kirin.
Top