Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Cîgirê Serokê Emerîka ve hate pêşwazî kirin
Li hevdîtinê de ji bilî bi xêrhatina Serok Barzanî ya Washingtonê behsa pêvajoya siyasiya Iraq û Herêma Kurdistan û qeyranên navçeyê û çawayiya çareserkirina kêşeyên Iraqê û pêşxistina asta pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Emerîkayê kirin.
Her wiha heman roj li Koşka Spî firavîneke rêzgirtinê li ser xatirê Serok Barzanî hate amade kirin.
