Boriyeke Kerkûk-Cîhan hate teqandin
Bepirsekî enerjiya Tirkiya di vê derbarê de ji ajansa Reutersê re daxuyand ku henardina petrolê bi rêya wê boriyê re rawestiya, lê henardin bi rêya boriya din re berdewam e.
Berpirsekî ewlekariya Tirkiya aşkere kir ku, îro 3 teqînên li pey hev li çend cihên wê boriyê li navçeya Aydil li Şirnexê li nêzîk sinorê Iraqê pêk hatin.
Çavkaniyê ronî kir ku karmendên agirvemirînê niha hewl didin agirê ku di encama teqînan de pê ketiye, vemirînin.
Ajansê amaje kir ku heta niha sedema teqînan nediyar e, lê gelek caran ew borî rastî êrîş û teqînan tên.
Rojane, nêzîkî 500 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê bi rêya boriyên “Kerkûk-Cîhan” re bo Tirkiye tê henardin.
AKnews
