• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîra Derveya Emerîka ve hate pêşwazî kirin

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîra Derveya Emerîka ve hate pêşwazî kirin
Duh birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li avahiya Wezareta Derveyê Emerîka ji aliyê Hillary Clinton Wezîra Derveya Emerîka ve hate pêşwazî kirin.

Li hevdîtinê de ku hejmarek yarîdeder û şêwirmendên Wezareta Derveya wî welatî amade bûn, çendîn mijarên pêwendîdar bi rewşa niha ya Iraq û navçeyê hate nirxandin.

Sebaret Herêma Kurdistanê jî pêvajoya giştiya Herêmê û pêwendiyên di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê û çawayiya berev pêşbirina zêdetirê wan pêwendiyan li hemû rûyek ve hate guftûgokirin.
Top