• Friday, 06 February 2026
logo

D.Fuad Husên: em daxaza pêkanîna lijnekî jibo lêkolînkirina tumetên Şehristanî dikîn

D.Fuad Husên: em daxaza pêkanîna lijnekî jibo lêkolînkirina tumetên Şehristanî dikîn
D.Fuad Husên serokê dîwana serokatya herêma kurdistanê ragehand: herêm dixwaze lîjneke hevpişk dinêvbera Bexd û Hewlêrê de bê pêkanîn bimerema lêkolîn kirina wan tumetên ku Husên Şehristanî yên vê diawyê dayne pal herêma kurdistanê sebaret bi qaçax birina nefta herimi bo Iranê.

Husên îro çarşembî xuyakir em gotnên Husên Şehristanî cêgrê serok wezîrên Îraqê bo karubarên têhinê bi tumetên ne rast û ziq li djî herêma kurdistanê dizanîn .

jiber wê yekê em dixazîn lîjneke hevpişik ji perlemanê Îraqê û perlemana kurdistanê û nunerên wezareta neft û darayî ya Îraqê û her dû wezaretên Samanên Siruştî û darayî yên hikumeta herêma kurdistanê bê pêkanîn bi armanca lêkolînkirina wan tawanbarkirina û bi qaçax birina berdewam ya nefta Besra û deverên din li başûra Îraqê bo Îranê ku bo demeke pir dirêje berdewame .

herweha serokê dîwana serokatya herêma kurdistanê got: pêdvî ye hikumeta fedral , hikumeteke şeraket û hevpeyman be, lê ew tawanên bê binemayên Şehristanî ku her heyam heyam di bêje û dirêje dayînin bi helwîst û nerînên xwe yên kesêtî yên berê û derbrînê ji nerîna hemû hikumeta Bexdayê nake.

herweha armanca wî jî veşartina serneketnên xweye di kerta neftê de li Îraqê, serbarî ku buye sedema têkçûna binemayên şeraketê û bizavên di hatin kirin jiboy rizgakirina welat ji tev metirsya.
Top