• Friday, 06 February 2026
logo

Bi Amadebûna Barzanî dê Fîlmeke Dokyumentarî li ser Kurdan li Kongrêsa Amerîka Bihê Nimayişkirin

Bi Amadebûna Barzanî dê Fîlmeke Dokyumentarî li ser Kurdan li Kongrêsa Amerîka Bihê Nimayişkirin
Bi amadebûna serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê bo yekemîn car di kongrêsa Amerîka de fîlmeke belegeyî (dokyumentarî) li ser Kurdan û prosesa Enfalkirina Kurdan bi destê rejîma berê ya Iraqê bi navnîşana ´´hemû dayikên min´´ bihê nimayişkirin.


Dê bo yekemîn car li kongrêsa Amerîkayê bi amadebûna serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hejmarek kongrêsman û senatorên Amerîkayî û nûnerên çend dezgehên ragihandinê, fîlmek li ser Kurd û jenosîda Kurdan bihê nişayişkirin.

Fîlma ´´Hemû Dayikên Min´´ ji derhênana Zehawî Sencawî û Îbrahîm Seîdî ye ku basa Enfalkirina Kurd di serdemê desthilata rejîma Beis dike û jiyana niha ya qurbanîyên Enfalê dixe pêşberî bîneran.

Dê roja 5 Nîsanê roja pêncşembîyê ew fîlm bihê nimayişkirin û dê tê de kongrêsmanê Amerîkayî James Moran û serok Barzanî peyvekê di bareya Enfal û girîngîya dostatîya navbera Kurd û Amerîkayê pêşkêş bikin.


Rêkxirê bernemayea belavkirina ewê fîlmê, navenda Kurdî ya bo ferheng û têgihîjtina hevçerx e ku navendeke Kurdî ye û li Waşingtonê ye.
Top