Clinton bi telefonê li siyasetvanê Kurd Dr. Hekîm Beşar geriya
1ê Nîsanê li Stenbolê muxalifên Suriyê bi navê “Dostên Gelê Suriyê” civîn lidarxistibûn û nûnerên Kurdên Suriyê beşdarî wê civînê nebûn. Li ser vê Encumena Netewa Suriyê kete nav tevgerê ku Kurdan îqna bikin û bixine bin sîwana xwe. Di vê derbarê de Wezîra derve ya Emerîkayê Hillary Clînton, Encumena Netewî ya Kurd li Sûriyê ku ji 11 partiyên Kurdên Suriyê pêk tê, Serokê berê yê Encumenê Dr. Abdulhekîm Başar geriya û jê pirsî ku ka ew karin çawa pirsgirêkê çareser bikin.
Li gora rojnameya Tarafê endamê Encumena Netewî ya Kurd li Sûriyê Dr. Behzat Îbrahîm eşkere kiriye ku roja şemiyê Clinton li Başar geriyaye û daweta civîna dostên Suriyê kiriye û lê pirsiye ji bo ku cudatiya ramanan ji holê bê rakirin wê karibin çi bikin.
Avestakurd
