• Friday, 06 February 2026
logo

John Hannah: Divê Emerîka girîngiyê bide Kurdan

John Hannah: Divê Emerîka girîngiyê bide Kurdan
Siyasetmedarê Emerîkî John Hannah ku şêwirmendê Serokê Emerîka yê berê George Buhs bû, Serokê Emerîka Obama da ber topên rexneyan.

John Hannah di gotara xwe ya di kovara 'Foreign Policy' de hatî weşandin de, rexneyên tûj li Serokdewletê Emerîka Obama kir. Hannah da diyarkirin ku Emerîka Kurd piştguh xistine û girîngiyê nade Kurdan.

Hannah her wiha got ku heta niha Emerîka Serokê PDK'ê û Serokê YNK'ê Mesûd Barzanî û Celal Talabanî "terorîst dibîne" û da diyarkirin ku divê Obama vê rewşê bide guhartin. Hannah di nivîsa xwe de bal kişandiye ser rola Kurdan di hilweşandina rejîma Sedam de û dibêje ku Kurdan alîkariya Emerîka kiriye. Lê Hannah dibêje ku Emerîka Kurd pişguh kirine û ev yek jî bûye egera aboriya Emerîka ziyanê bibîne.

Hannah di beşeke din a gotara xwe de dibêje ku divê Kurd yekser vîza Emerîka ji Konsulxaneya Emerîka ya li Kurdistanê wergirin û bakefirên Emerîka jî li Kurdistanê danin. Hanna dibêje ku ev nêzîkbûna Emerîka ji Kurdan re wî gelek adiz dike û divê Emerîka derfeta heyî ji destê xwe wenda neke.

Avestakurd
Top