Li Hesekê û Tirbespiyê du leşkerên kurd hatin veşartin
Cenazeya Şerîf Umer Şêx Meter li tara Kelasê ya Hisiçayê bû xwenîşandanek li dijî rêjîmê, ku bi hezaran kesên serbixwe, endamên partî û hevrêzên kurd tê de beşdar bûn.
Li bajarê Tirbesipiyê, 25km rojhilatî Qamişlo, bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaziya Welîd Mizgîn Mehmûd ji gundê Şîtikayê bûn.
Ji dema ku şoreşa Sûriyê di adara 2011ê de dest pê kir, bi dehan ciwanên kurd di nav rêzên Artêşa Sûriyê de hatine kuştin. Kurd Artêşa Sûriyê bi kuştina wan gunehkar dike.
Rudaw
