• Friday, 06 February 2026
logo

Digel serdana Bazranî, USKBC dê dest bi kar bike

Digel serdana Bazranî, USKBC dê dest bi kar bike
Biryar e, Civata Bazirganî ya Amerîka – Kurdistan (USKBC) wek rêzlênanekê di dema pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi awayekî fermî li Washington de, dest bi karên xwe bike.

Rojnameya “The Wall Street Journal” a amerîkî di vê derbarê de belav kir ku USKBC rêxistineke veberhênanê ya nû ye û taybete bi kompaniyên amerîkî ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê dikin.

Serokê grûpa “Claremont” Alex Larry û endamê damezirênerê USKBC ragihand ku rêxistina wan dê bibe serpereştiyara pêşvebirina karsazî û veberhênanê li Herêma Kurdistanê û hevkariya kompaniyên amerîkî jî bike li herêmê.

AKnews
Top