Brîtaniya xwendekarên kurd dikişîne ba xwe
Duh li bajarê Hewlêrê, konsulê giştî yê Brîtaniya li Herêma Kurdistanê Chris Bowers di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Me gaveke baş di warê xwendina bilind de avêtiye bi riya bernameya şiyansazî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, niha nûnerên 14 zanîngehên navdar ên brîtanî hatine Herêma Kurdistanê.”
Chris Bowers wiha got: “Xwendekarên kurd dixwazin li Brîtaniya bixwînin, ev li gor me tiştekî girîng e, lewma jî zanîngehên Brîtaniya kar dikin da hejmareke herî zêde ya xwendekarên kurd li zanîngehên xwe werbigire.”
Niha 1600 xwendekarên Herêma Kurdistanê bi riya bernameya şiyansazî li zanîngehên Brîtaniya dixwînin bo bi dest ve anîna bawernameya master û doktora.
Serokê şanda zanîngehên Brîtaniya ku niha li Herêma Kurdistanê ye David Michel di civîna rojnamevanî de got: “Nûnerên 14 zanîngehên Brîtaniya bi min re ne û hatine Herêma Kurdistanê, herwiha Brîtaniya hewldanên zêde dike di warê xwendina bilind de ku di rêza ji yekê heya 200 zanîngehên cîhanê, 32 zanîngehên Brîtaniya hene.”
David wiha axaftina xwe qedand: “Xwendekarên kurd yên ku hatine Brîtaniya bixwînin ji sedî 80 bi riya bernameya şiyansazî hatine û visa standine. Serdana me ya fermî bo Hewlêrê ew e ku roja 05.04.2012an pêşangehekê vedikin û awayê xwendin û karê xwe ji xwendekarên kurd re zelal dikin da ku bizanin çawa dikarin bên li zanîngehên Brîtaniya bixwînin.”
