• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê salvegera derçûna Rojnameya Xebat pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê salvegera derçûna Rojnameya Xebat pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz sernivîskar û rojnamevan û hemû karmendên Rojnameya Xebata xweşdivî

Silav û rêz

Ji bo salvegera derketina rojnameya Xebat a ezîz germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û ji bo ked û westabûna we ya berbiçav ya bi navê berdewambûn û geşkirina karwana pîroza rojnamevaniyê û bilind ragirtina wê armanc û peyama pîroza ku rojnameya we 53 sale ji bo wê têdikoşe destxweşiyê li we dikim‌.

Rojnameya Xebat dakokîkarekî bi hêz bûye li mafê rewayên gelê Kurdistanê û rolekî berbiçav li belavkirina hişyariya neteweyî de hebûye û hilgirê xemê neku her xelkê Kurdistanê bûye, belku hilgirê xema hemû Iraq û demokrasiya wê bûye.

Li rûyê pîşeyiyê ve jî ev rojname xwedî ezmunekî xwe yê taybet bûye û kariye bi heq bibê xwendingehek ku zêdetirê rojnamevanan ku îro cihê destê wan li tevgera rojnamevaniya Kurdistanê da diyare. Ji bo wê yekê salvegera wê dikarê‌ wekî bîranîneke dîrokî jî bête temaşekirin.

Carekî din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftin û geşkirinên zêdetir ya bi navê parastina destkeftên mezinên gelê me û bi cîh anîna wan armancên bilind ji bo we dixwazim.


Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/04/2012
Top