• Friday, 06 February 2026
logo

Bîlançoya Newrozê : 1014 binçavkirin, 206 girtin, 2 mirî, 178 birîndar

Bîlançoya Newrozê : 1014 binçavkirin, 206 girtin, 2 mirî, 178 birîndar
Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) "Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Newroza 2012ê" eşkere kir. Di raporê de tê diyarkirin ku mudaxeleyê 43 çalakiyên Newrozê hatiye kirin, 178 birîndar bûne, 1014 binçavkirin pêk hatine, 206 kes hatine girtin, polîsek û mirovek sîwîl jiyana xwe ji dest dane.

ÎHDê , ‘’ Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan ên Newroza 2012an’’ di avahiya xwe ya giştî de bi daxuyaneke çapemeniyê diyar kir. Serokê Giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan û alîkara wî Sevim Salihoglu beşdarê daxuyaniyê bûn. Turkdoganî got; ‘’ Ew zagonên antîdemokratîk ên qîma mirov pê neyên jî nehatine berçavgirtin. Tirkiye ne dewletekî zagonê ye jî. Her ku diçe aliyê otorîter yê dewletê hêzdartir dibe. Parlmenterên BDPê mûameleya yên din dîtin, Mafê dest li wan nedan a parlementerî binpê kirin. Av û gaz ber bi aliyê parlementeran ve hat reşandin. Her tim behsa îradeya gel tê kirin, ma ev parlementer ne nûnerên gel in? Di demokrasiyan de Cot-standartî nabe. Divê dewlet dev jê berde ku hinekan bike yên din.’’

‘Li Dijî Kurdan Bi Dijminahî Tevgeriyan'

Turkdoganî got; ‘’ Di mudaxeleyên Newrozê de dîmenên xeternak pêk hatin û li dijî Kurdan tevgerên dijminahî pêk hatin. Di vî welatî de hê jî paranoya dijminên navxweyî heye. Îca ji ber ku ev rewşa xeternak ji aliyê cihekî navendî ve pêk hatiye hê girîngtir e.

Di bûyeran de yek ji wan polîs du kesan jiyana xwe ji dest dan û pêwîst e ku di heqê bûyeran de lêkolîneke bibandor dest pê bike. Gava hûn tiştekî qedexe bikin wê gel jî bertekê nîşan bide. Bi bandora vê qedexeyê dualîtî pêk hat; aliyê Kurdan û aliyê dewletê. Newroz wergeriya pêşbirka hêza herdu aliyan.’’

Turkdoganî diyar kir; ‘’ Heke qedexekirin nebûya wê ev bûyer neqewimîbûna. Lê belê ev ev têgihijtin ne tenê bi Newrozê ve girêdayî ye. Ev yek ji sala 2009an ta niha wiha ye. Ev yek bi têgihijtina parastinê ya hikûmetê ve girêdayî ye. Di bûyerên Newrozê de him berpirsên siyasî him jî berpirsên dadî hene. Bi vî awayî rêvebirina welatekî ne pêkan e. Tu caran îstîfa pêk nehatin. Lê belê bila ji îro û pê de ev yek wiha nedome. Qewimandinên di Newrozê de pêk hatiyîn encama cengeke biçûk e; gaza ji aliyê polîsan ve tê bikaranîn ji aliyê me ve wekî ‘Çekên bi alavên kîmyewî hatiyîn çêkirin’ tê binavkirin. Divê ev yek biqede. Pêwîst e ku ji vê Newrozê dersek were standin ; lewra Newroz Cejna Gelekî ye.’’

'Gef Li Me Xwarin'

Turkdoganî bilêv kir ku li hinek bajaran, gef li nûnerên wan hatine xwarin û wiha pêde çû; ‘’ Li Mêrsîn û Stenbolê gef li nûnerên IHDê hatine xwarin. Li Mêrsînê yekser polîsên bi uniforma gef li me xwarin. Li Stenbolê jî hinek mirovên ku li gorî hizra me ew polîsên sîwîl bûn gef li me xwarin. Ev jî delîla vê yekê ye ku zengilên alarma xeternakiyê lêdidin. Li Tirkiyê tu kes nikare gefan li me bixwe. Em ê dev ji vê yekê jî bernedin. Li vî welatî ewlehiya cane me nîn e. Di nava polîsan de şebeke hatine damezrandin. Pêwîst e mudaxele li vê jî bê kirin. Divê tu kes di erefeya çareserkirina Pirsgirêka Kurd de ji xwe re peywîran dernexe. Heke li welatî hinek êrîşê parlementeran dikin pirsgirêkên girîng hene. Ev bûyer bi rêkûpêk tên kirin. Hêvîdar im ku ev bûyer di nava dewletê de nebe pergalek. Divê hikûmet li xwe bicive; lewra bûyerên pir mezin hene. Divê mudexaleyek li polîsan were kirin ku nekarin van sûcan bi dilekî rehet bikin. Ez ji vir bang li Dozgerên xwedî erka taybet dikim; Hûn dest davêjin her tiştî, dest bavêjin van tiştên bêdad jî.’’

'Erîşê Ahmed Turk Hat Kirin'

Di rapora IHDê ya Newrozê de hat diyarkirin ku di Newroza Êlih (Batman)ê de polîsan bi gazê êrîşê otobêsa BDPê kirine, hinek parlementer ji hiş çûne û di hewldana ku Ahmet Turk bibin nexweşxanê de Ahmet Turk ji aliyê polîsekî ve liqayê êrîş û derbdayînê hatiye. Di raporê de hat eşkerekirin ku li Êlih (Batman)ê 42 kes birîndar bûne, 106 kes hatine binçavkirin, 22 kes hatine girtin, li Amedê jî 18 kes hatine binçavkirin û 7 kes hatine girtin. Rapor wiha didome ; di bûyerên li Stenbolê qewimiyîn de 179 kes hatine binçavkirin, 23 kes hatine girtin û Rêvebirê Navçeya Arnavutkoy Haci Zengîn jî jiyana xwe ji dest daye.

Di şahiyên Newrozê de bi giştî mudexeleyê 43 çalakiyan hatiye kirin, 178 kes birîndar bûne, 1014 kes hatine binçavkirin, 206 kes hatine girtin û yek ji wan Polîs 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Turkdoganî diyar kir ku raporê werdigerînin Zimanê Ingîlîzî da ku raya giştî ya navneteweyî pêk bînin û ji bo jî wê ji welatên din re jî bişînin.

Rudaw
Top