• Friday, 06 February 2026
logo

Li Wanê 9 hezar û 367 erdhej pêk hatin

Li Wanê 9 hezar û 367 erdhej pêk hatin
Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Rêveberiya Rewşa Lezgîn a Karesatê ya Serokwezîratiyê (AFAD), daxuyand ku ji 23'ê cotmeha 2011'an heta niha li Wanê 9 hezar û 367 erdhejên mezinahiya wan di navbera 1.5 û 5.8'an de pêk hatîn, hatine tesbîtkirin.

Serokatiya Dariya Erdhejê ya AFAD'ê têkildarî erdhejên li Wanê ji 23'ê cotmeha 2011'an heta niha pêk hatin agahî dan. Li gorî agahiyan li Wanê gelek erdhejên bi bandor pêk hatin. Piştî di 23'ê cotmeha 2011'an de li herêmê erdhej çêbû jî erdhejên paşîng berdewam kirin. Li gorî daneyên di 2'ê nîsana 2012'an de hatin dayîn 9 hezar û 367 erdhejên mezinahiya wan di navbera 1.5 û 5.8'an pêk hatîn, hatine tesbîtkirin. 12 erdhejên mezinahiya wan 5 û 6, 176 erdhejên mezinahiya wan 4 û 5, 2 hezar û 268 erdhejên mezinahiya wan 3 û 4, 6 hezar û 754 erdhejên mezinahiya wan 2 û 3, ligel 102 erdhejên biçûk li herêmê pêk hatine.

Li gorî daxuyaniyê piştî di 26'ê adarê de li navçeya Kopê ya Mûşê erdheja mezinahiya wê 5 pêk hat 127 erdhejên mezinahiya wan di navbera 1.7 û 3.8 pêk hatin e.

Rudaw
Top