• Friday, 06 February 2026
logo

Li Amerîka li dijî dibistanekê êriş: 7 kes mirî û 3 birîndar

Li Amerîka li dijî dibistanekê êriş: 7 kes mirî û 3 birîndar
Li bajarê Oackland ê girêdayî eyaleta California ya Amerîka, li dijî dibistaneke dersên tib û olnasiyê dihat dayîn, êrişa çekdarî pêkhat. Di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku kesê êriş pêkaniyî piştî saetekê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin, lê polîsan nasnameya wî eşkere nekirine.

Kesê êriş pêkaniyî bi eslê xwe ji Kore ye, berî niha dersên zanist, mûzîk û hemşîretiyê dîtiye. Tê gotin ku temenê wî derdora 40 saliyê ye û hê nayê zanîn ku çima ew êriş pêkaniye.
Top