• Friday, 06 February 2026
logo

Li Moskowê agir bi bazarê ket: 12 kes mirin

Li Moskowê agir bi bazarê ket: 12 kes mirin
Li başûrê paytexta Rûsya Moskowê agir bi depoya bazarekê ket û di encamê de herî kêm 12 kes jiyana xwe ji dest dan.

Şewat demjimêr di 05.00 de bi depoya bazara Kaçalovskî ket. Hate diyarkirin ku yekîneyên agirvemirandinê encex karîn agir di 3 demjimêran de vemirînin. Di encama şewatê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku piraniya wan karkerên Tacikstanî ye.

Polîsan dan diyarkirin ku dibe ev şewat ji ber sobeya ceyranê derketibe.

ANF
Top