Hikumeta Herêmê bersiva Şehristanî dide
Gotebêjê hikûmetê weha dibêje: di serdana dawiyê ya şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, em digel hikûmeta Iraqê rêkeftin ku hikûmeta herêmê neftê bi rêya boriyên neftê yên Kerkûk-Cîhanê re bişîne û hikûmeta Bexdayê jî pereyê şirketan bide, me bendên wê rêkeftinê bi cî anî, lê mixabin ta niha hikûmeta Bexdadê pereyê wan şirketan nedaye û bi wê rêkeftinê pabend nebûye.
Di daxuyaniya gotebêjê hikûmetê de hatiye ku hemû wan gotinên Şehristanî yln ku hikûmeta herêmê tawanbar dikin ne rast in û vajiyê wê jî hikûmeta navendî ta niha sozên xwe yên bi herêmê re bi cî neanîne û ew bi xwe jêdera girêk û kêşeyan in.
Herweha ragihand Hikumeta Herêma Kurdistanê di xaze yasya Petrol û Gazê ya Iraqê ligor destur û berjewendî ya xeilk û tev pêkhateya bê pejirandin ji ber ku berya niha Petrol sedema mal wêranî yê bu jibo Iraqî ya , niha bibe jêderê jîyareke pir xweşî û avedanî .ta niha hin alî û navendên Iraqê weha xûya dibe ku bi heman Eqlîyeta berê û canekî Şovînî hizir dikin û rêgirin di pêşya pejrandina wê yasayê de , jiboy ku berdewam bin ji dest bi serdagirtina saman û dahatê welat de ku Herêma Kurdistanê vê qebul neke.
Li dawî yê jî car din helwîsta xweya cîgîr tekez dikîn ku pêwîste bi rêya gutubêjan û rêketina û vegeryan jibo destura bingehîn û arîşeya çareser bikîn, ne wek bi daxûyanî yên na berpirs û dur ji rastî yak u dibin sedema bêtir aloz kirina rewşê, Herêma kurdistanê rijde li ser kar kirinê jibo serxistina pirosêsa demokrasî û Iraqê nu ku maf û beşdarî ya rast û diris ya tevaya gelan di boiryara sîyasî de û birêvebirna welt li gora desturê misoger bike.
Herweha tekez dikîn ku em piştevenî ya bernama serok Talebanî û serketina Kongira Niştîmanî ya Iraqê dikîn jibuna çareserya tev pirisgirêk û nakokî ya û dabînkirina rewşeke aram û tenah , eve jî bi vegeryen jibo destur û berjewendî yên bilind yên welat di be newekî bi bêtir azirandina rewşê.
Hewlêr
2/4/2012
