• Friday, 06 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê Henarde Kirina Petrolê Rawestand

Hikûmeta Kurdistanê Henarde Kirina Petrolê Rawestand
Duh Wezareta çavkaniyên xwezayî ya Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku, îro bi awayekî fermî henarde kirina Petrolê bo Derveya welat hatiye rawestandin.

Di berdewamiya vê daxuyaniya han de hatiye ku, jiber nedana pereyên wan kompaniyên ku, di warê hêlbirîn û henarde kirina petrolê li Kurdistanê de kar dikin ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve Hikûmeta Kurdistanê biryar daye daku, henarde kirina petrolê rawestîne.

Her di vê daxuyaniya han de hatiye gotin ku, her ji Meha Adara sala 2011an heta niha Hikûmeta Îraqê ti pereyên ev kompaniyên han nedaye.
Top