• Friday, 06 February 2026
logo

Lîsteya Biratî Ya Neynewayê Wegeriya Nava Civata Parêzgehê

Lîsteya Biratî Ya Neynewayê Wegeriya Nava Civata Parêzgehê
Piştî 3 salan baykut kirina civata Parêzgeha Neynewayê ji aliyê lîsteya Biratî ve îro ev lîsteya han bi piraniya dengên Endamên xwe wegeriya bo nava civata Parêzgehê.

Piştî merasima pêşwaziyê ku, Parêzgarê Parêzgeha han ji lîsteya nav hatî kir, Parêzgar Esîl Noceyifî peyvek pêşkêş kir û bixêr hatina lîsteya biratî ya Neynewayê kir û balkêşande ser girîngiya hemahengî û hevkarî bi Kurdistanê re û diyar kir ku, em neçarin bo awedan kirina Parêzgeha xwe fêde ji ezmûna Kurdistanê di her warî de bigirin.
Top