• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Kurdistanê Serdana Konsulusxaneya Îraqê Ya Li Washîngtonê Kir

Serokê Kurdistanê Serdana Konsulusxaneya Îraqê Ya Li Washîngtonê Kir
Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de serdana Konsulusxaneya Îraqê ya li Washîngtonê kir û ji aliyê Konsulus û Rayedarên Konsulusxaneyê ve bi germî hate pêşwazîkirin.

Pişt re di hevdîtineke de Konsulusê Îraqê kar û çalakiyên Konsulusxaneyê ji Serok Barzanî re rave kir û ragihand ku, Konsulusxaneya Îraqê ya tevahiya xelkê Îraqê ye û di vê warî de ti cudatiyek naxin navbera xelkê Îraqê.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokê Kurdistanê kar û çalakiyên Konasulusxaneyê bi girîng wesif kir û ragihand ku, pêwîste Konsulusxaneya Îraqa fedral çavkaniya hêzê ji bo tevahiya Îraqiyan be.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de hêvî xwest ku, Konsulusxaneya Îraqê di bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Îraq û Amerîkayê de roleke erênî bilîze.
Top