• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî cejna Ekîto li xuşk û birayên Aşûrî û Kildanî û Suryaniyên Kurdistan û Iraqê pîroz kir

Serok Barzanî cejna Ekîto li xuşk û birayên Aşûrî û Kildanî û Suryaniyên Kurdistan û Iraqê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo cejna serê sala nû ya Aşûrî Babilî (Ekîto) germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî xuşk û birayê Mesîhiyên Herêma Kurdistanê û hemû Iraq û cîhanê dikim.

Hêvîdarim li sayeya xurtbûna ruhê birayetî û pêkve jiyana hemû netewe û olên li Herêma Kurdistanê û ezmûna demokrasiyê bi aştî û şadî û xweşiyê vê cejnê pîroz bikin û wekî beşekî girîngê gelê Kurdistanê jî beşdarî li pêşxistina civakî û aborî û siyasiya Herêmê de bikin.



Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01/04/2012
Top