Balafirên Tirkiya navçeyeke Wertê bordman dikin
Kuwêstan Ehmed ji AKnewsê re daxuyand ku îro sibehê ji saat 3:00 heta 4:00 (bi dema Herêma Kurdistanê), balafirên Tirkiya navçeya Sergeliyan li gundê Zaregelî (rojhilatê Wertê) ku dikeve binarê Qendîlê bordman kirin, lê ti ziyanên canî û madî li pey xwe nehiştin.
Ehmed ronî kir ku ew cihê hate bordmankirin, ti avahî lê tune ye, tenê di wezrê behar û havînê de cotyar û şivan diçine wî cihî.
Wertê (30 km bakurê rojhilatê Riwandiz) di warê kargêrî de bi ser qeza Riwandizê ye, ji 20 gundan pêk tê û hejmara malbatên li sinor wê 730 malbat e û ji 3 hezar 808 kesan pêk tên.
AKnews
