• Friday, 06 February 2026
logo

Balafirên Tirkiya navçeyeke Wertê bordman dikin

Balafirên Tirkiya navçeyeke Wertê bordman dikin
Şaredara Wertê ragihand ku îro sibehê balafirên cengî yên Tirkiya cihekî li gundê Zaregelî li sinorê navçeya Wertê bordman kirin bê ku ti ziyanên canî hebin.

Kuwêstan Ehmed ji AKnewsê re daxuyand ku îro sibehê ji saat 3:00 heta 4:00 (bi dema Herêma Kurdistanê), balafirên Tirkiya navçeya Sergeliyan li gundê Zaregelî (rojhilatê Wertê) ku dikeve binarê Qendîlê bordman kirin, lê ti ziyanên canî û madî li pey xwe nehiştin.

Ehmed ronî kir ku ew cihê hate bordmankirin, ti avahî lê tune ye, tenê di wezrê behar û havînê de cotyar û şivan diçine wî cihî.

Wertê (30 km bakurê rojhilatê Riwandiz) di warê kargêrî de bi ser qeza Riwandizê ye, ji 20 gundan pêk tê û hejmara malbatên li sinor wê 730 malbat e û ji 3 hezar 808 kesan pêk tên.

AKnews
Top