Termê ciwanê kurd ê li Îrlanda xeniqiyî hat dîtin
Roja 28.03.2012’an li bajarê Karîk On Şaton ê welatê Îrlanda çend ciwanên Kurd ji bo melevaniyê xwe dixin avê, di saet 16.00’an de yek ji ciwanên bi navê Celal Ezîz di bin avê de winda dibe. Piştre polîs ji bûyerê tên agehdarkirin û piştî 20 saetên lêgerînê, termê Celal Ezîz roja 29.03.2012’an saet 13.00’an tê dîtin. Roja 30’ê mehê jî termê Celal li yek ji bajarên Îrlanda hat veşartin.
Celal Ezîz xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û 27.10.1990’an ji dayîk bûye. Sala 2006’an wekî penaberên siyasî çûne Îrlanda.
Rudaw
