YÎK û KÎK li ser karê hevbeş rê ketin
YÎK û KÎK, îro li navenda giştî ya YÎKê ya Hewlêrê civiyan û biryara karê hevbeş bi hev re dan.
Li bara vê yekê, berdevkê YÎKê Selahedîn Babekir, ji AKnewsê re got, di civînê de, li ser bihêzkirina têkiliyên her du partiyan û dariştina plana karê hevbeş ê navbera her du aliyan hat axaftin û rêketin pêk hat û biryar hat dayîn ev biryar ji aliyê lêjneyekê ve bê cîbicîkirin.
Babekir, diyar kir, karnameya karê hevbeş ê navbera me de dê yekdengî li ser pirsên taybet bi Iraq û Herêma Kurdistanê be.
AKnews
