• Saturday, 07 February 2026
logo

YÎK û KÎK li ser karê hevbeş rê ketin

YÎK û KÎK li ser karê hevbeş rê ketin
Yekgirtû ya îslamî ya Kurdistanê (YÎK) û komela îslamî ya Kurdistanê (KÎK) li ser karnameya karê hevbeş rê ketin û lêjneyek bilind bo cîbicîkirina vê planê pêk anîn.

YÎK û KÎK, îro li navenda giştî ya YÎKê ya Hewlêrê civiyan û biryara karê hevbeş bi hev re dan.

Li bara vê yekê, berdevkê YÎKê Selahedîn Babekir, ji AKnewsê re got, di civînê de, li ser bihêzkirina têkiliyên her du partiyan û dariştina plana karê hevbeş ê navbera her du aliyan hat axaftin û rêketin pêk hat û biryar hat dayîn ev biryar ji aliyê lêjneyekê ve bê cîbicîkirin.

Babekir, diyar kir, karnameya karê hevbeş ê navbera me de dê yekdengî li ser pirsên taybet bi Iraq û Herêma Kurdistanê be.

AKnews
Top