• Friday, 06 February 2026
logo

‘Pêwîste PKK baweriyê bide Tirkan û hikûmet jî bide Kurdan’

‘Pêwîste PKK baweriyê bide Tirkan û hikûmet jî bide Kurdan’
Bi baweriya parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, mûxatabgirtina BDP’ê ya ji bo çareserkirina pirsa kurd giringe. Tugluk tekezê li ser wê yekê dike ku ger bawerî dirûst bibe, wê aştî pêk bê. Tugluk dibêje: “Pêwîste hikûmet baweriyê bide kurdan û PKK jî baweriyê bide Tirkan.”

Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan bêyî ku navê BDP’ê bêne, diyar kir ku wê bi terorê re tekoşînê bimeşînin û bi dirêjiya wan re jî siyasetê, pirsa mûxatab kiye careke din bû mijara Tirkiyê. Di vê derbarê Parlamentera Wanê û Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk ji rojnameya Taraf a Tirkiyê re diyar kir ku ji bo pêvajoyekî nû dirûst bibe, pêwîste gelek tişt li ber çavan bê girtin. Tugluk di vê derbarê de got: “Pêwîste hikûmet baweriyê bide kurdan û PKK jî baweriyê bide Tirkan. Divê herdu alî ji bo bidestxistina baweriyê, pêngavên pratîkî bavêjin. Nabe herdu alî bêjin, ya ez dixwazim divê ew çêbibe. Ger baweriya bi hevdu dirûst bibe, wê xalên lihevkirî derbikevin.”

Aysel Tugluk derbarê plana nû ya kurd û meseleya kî mûxatabe de got: “Me di nava xwe de di vê çarçoveyê de ti guftûgo nekirine. Gelo wê ew rêkeftin bê kirin an na, ez nizanim wê ji kê dest pê bike. Di vê derbarê de daxuyaniyên serokwezîr hene, lê wê rêkeftin li ser çi bê kirin? Gelo wê bi vî awayê tê gotin bê kirin an jî bi awayekî din? Gelo bi rastî hikûmetê bernameya çareseriyê heye? Ger hebe, bila ragihênin?”

Rudaw
Top