Budce bo Wezareta Dad hate şandin
Berî niha, Wezareta Pilandnanê ya Iraqê ragihand ku dema yasaya budceyê di rojnameya fermî de bê belavkirin, ew ê budceyê bi ser wezaretan par veke.
Serokê Dîwana Serokatiya Komara Iraqê Nesîr Anî ji AKnewsê re daxuyand ku yasaya budceya giştî ya sala 2012an bo Wezareta Dad hate şandin daku di rojnameya fermî de belav bike.
Budceya giştî ya Iraqê, 100 milyar dolarê amerîkî ye û jê 17% para Herêma Kurdistanê ye.
Parlamentoya Iraqê di 23yê meha borî de, projeyasaya budceya sala 2012an pesend kir.
AKnews
