• Friday, 06 February 2026
logo

ENKSê beşdariya kongra “Dostên Sûriya” nake

ENKSê beşdariya kongra “Dostên Sûriya” nake
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya tekîd kir ku ew beşdariya kongra “Dostên Sûriya” nake ku biryar e sibê li Stanbolê birêve biçe.

Serokê şanda danûstanên ENKSê Ebdilhemîd Derwîş di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand, “Ti vexwendineke fermî bo me nehatiye ji bo beşdarîkirin di wê kongrê de.”

Derwîş got jî, “Ew kongr bi tenê piştgiriya aliyekî opozisyonê dike ku ew jî Encûmena Niştimanî ya Sûriya ye, lê gelek aliyên din ên opozisyona Sûriya hene ku dîrokeke wan a dirêj û mezin di berxwedana dijî rejîma Esed de heye wek kurd û aliyên din ku şoreşa Sûriya pêxistin, heta niha jî berxwedana wan li hundir û derve berdewam e, lewra Encûmena Niştimanî ya Sûriya nûneratiya hemû şoreşgerên li Sûriya nake.”

Derwîş bal kişand ku yekemîn kongra Dostên Sûriya ku li Tunisê birêve çû ti gaveke ji bo çareserkirina kirîza Sûriya neavêt û axaftina xwe wiha domand:

“Çi sûd di sazkirina kongrên dostên Sûriya de heye bê ku alîkariya gelê Sûriya bê kirin.”

Biryar e, Tirkiya sibê li bajarê Stanbolê mêvandariya 2yemîn kongra Dostên Sûriya bike ku bêtirî 60 welatên erebî û rojava tê de beşdar in.

AKnews
Top