Parlamentoya Kurdistanê 4ê Nîsanê deng dide kabîneya nû ya hikûmetê
Jêderekî agahdar ji parlamentoya Kurdistanê, ji AKnewsê re got, parlamentoya Kurdistanê, dê roja çarşemê, 4ê nîsan, dengê baweriyê bide kabîneya nû ya hikûmeta herêmê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî.
Jêderê han diyar kir, divê 72 saetan beriya dengdanê, navên wezîrên kabîneya nû bigihê destê endamên parlamentoyê.
Berpirsê ofîsa serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê, Serbaz Hewramî, li bara vê yekê de ji AKnewsê re got, ji bilî wezareta çandiniyê, PDK hemû wezîrên xwe destnîşan kiriye û bi vî awayî ye: Temer Remezan: wezîrê navxwe, Rojan Dizeyî: wezîra dadê, Îsmet Mihemed: wezîrê perwerdê, Dilşad Şehab: wezîrê geştiyarî, Aştî Hewramî: wezîrê jêderên sirûştî û Elî Sindî: wezîrê plandanînê.
Ji aliyekî din, jêderekî ji PDKê ji AKnewsê re ragihand, serokê niha yê zanîngeha Kurdistanê, Sîrwan Baban, namzedê PDK bo wezîrê çandiniyê ye û dê îro yekalî bibe.
Hat gotin, YNKê 52 namzed bo destnîşankirina 5 wezîr, pêşkêşî serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiriye.
AKnews
