Lotkeya Erebî:Kirdarên Hukûmeta Sûriyeyê li Humus Tawana Dij bi Mirovatîyê Ye
Serkirdeyên welatên erebî di beyannameyekê de, kujtara taxa Baba Emr a li bajarê Humus a Sûriyyeyê dij bi xelkê sivîl ji alîyê desthilata Sûriyeyê ve riswa kir û ragihand, ku kiryarên hukûmeta Sûriyeyê li Humus tawanên dijî mirovayetîyê ne.
Serkirdeyên erebî daxwaz ji hukûmeta Sûriyeyê û herwisa alîyên opozisiyona wî welatî kirin, ku bi awayekî pozetîv pêşwazîya pêşniyarên Kofî Enan sekretrê berê yê Neteweyên Yekgirtî bikin da ku li gor rêçareserîya komkara erebî û herwisa N.Y diyalog aniştîmanî dest pê bibe.
Beyannameya lotkeya erebî herwisa daxwaz ji hukûmeta Sûriyeyê dike, ku di cih de hemû awayê tundûtîjî û şerr û kujtin dawî pê bihîne, herwisa hemû hêzên serbazî û diyardeya çekdarî li nav bajar û gundên Sûriyeyê nehêle û hêzên serbazî bo binkeyên wan paş ve vekişîne.
Herwiha ewê beyannameya lotkeya erebî tekezî jî kiriye, ku helwêsta serkirdeyêm welatên erebî di bareya yekparçeyîya xaka Sûriyeyê û parastina saxlemîya xaka wê de aşkira ye û ew piştîvanîya yekparçeyîya xaka Sûriyyeê û berdestbûna tenahîyê li ewî welatî dikin. Herwisa weha jî dane xuyakirin, ku ew li dijî her cure destwerdanekî derveyî li Sûrîyeyê ne.
